Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
DAIŞ, Musil kiriye 3 wîlayet û hêzên xwe zêde kiriye
PM:01:21:28/01/2016


Xendan- Elî Nacî


Şareza û lêkoler di karûbarê komên çekdar de Hişam Haşimî aşkira kiriye ku rêxistina terorîstî ya DAIŞ  bajarê Musilê bo 3 wîlayetan dabeş kiriye û da zanîn ku rêxistina terorîstî bi vê yekê hewl dide rizgarkirina bajêr astengg bike.

Hîşam Haşimî bi daxuyaniyekê ji Xendanê re ragihand ku: Heya niha serkirdeyên pila yekem ên DAIŞ`ê li hin navçeyên Musilê ku jimara şêniyên wê zêde ye têne dîtinê.

Haşimî diyar kir ku Musilê herêma herî zêde ku DAIŞ pêve girêdayûî ye li gorî navçeyên dinê.

Şareza û lêkoler Hîşam Haşimî bal kişand ku DAIŞ xwe ji şerekî mezin li Musilê amade dike û rizgarkirina wê asteng bike, her weha Musilê bo 3 wîlayetan dabeş kiriye û li her wîlayetekê jî hejmara endamên xwe zêde kiriye.

Haşimî ew yek jî aşkira kir ku DAIŞ li her wîlayetekê ji wîlayetên Musilê 5 ta 6 hezar çekdarên xwe hene.

Ev babet 1769 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.