Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
'Mafyayên gendeliyê 312 milyar dolarên Îraqê dizîne'
PM:02:49:30/01/2016

Xendan-



Parlemantera ser bi itîlafa dewleta yasa Zeyneb Arif ragihandiye ku mafyayên gendeliyê 312 milyar dolarê Îraqê di nava 10 salan de dizîne û amaje bi hebûna wî pereyî li bankê cîhanî kir û bi pêwîst jî zanî ku hikûmet kar ji bo vegeryana wê bike.

Îro şeme Zeyneb Arif di beyannamekê de ragihand ku mafyayên gendeliyê di 10 salên borî de 312 milyar dolarên Îraqê dizîne û niha ew pare bi navê mafyayên mezin li bankên cîhanê hatine danînê.

Li gorî beyannameyê ew mafya niha bi navnîşana pişikdarî û firotina wezaretan û postên hikûmî li dûv pereyên din de digerin û hikûmet niha ya Îraqê jî bi berpirsê wê yekê dibîne ku ji bo vegerandina wî pareyî bi rêya balyoozxane û dazgehên yasayî yên cîhanî û interpolê. Çûnkî bi gotina wê ew pare yê gelê Îraqê ye ku niha jiber tengasiya aborî dinalê.

Çarşemeya borî lijneya destpakiyê li encûmena nûneran a Îraqê ragihandibû ku bi vegeryana ew peryên diziyê ji derveyî welêt bo Îraqê kêmaniyên di budceya sala 2015 û budceya îsal de çareser dibe.

Ev babet 1974 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.