Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Di Derya Ege de 39 penaber xenqîn
PM:08:25:30/01/2016

Xendan – H.F


Li gor nûçeyek Ajanasa Anadol ya Turkî, îro (Şemî.30.01.2016) belemek ya ku zêdetirî 100 koçberan têde bû li kenarê Îvacik ya Yunan`ê jêr av bû di encam de 39 koçber xenqîn ku 5 ji wan zarok bûn.

Hevdem Hêzên Polîs yên Turkiye li kenarên Turkiye heya niha 75 koçber rizgar kirin, lê hejmarek koçber hîna çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor zanyariyan, Hêzên Polîs kesek di nava wê belemê desteserkirin ku guman li wî tê kirin ew qaçaxcî be.

Hêjayî gotinê ye ku, ji destpêka îsal ve 218 koçber di nav Deryaya Ege de, dema dixwestin biçin jiber jêravbûna belemên wan xenqîne.
Ev babet 800 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.