Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
'Bo pirsa Kurd, Dawudoglu dest bi proseyekî nû dike'
PM:05:29:01/02/2016

Xendan-


Nivîskarê rojnameya Yenî Şafaqê ya Tirkî ya nêzîk AKP`ê, Ebdulqadir Selvî di gotareke xwe de ku îro duşemê belav kiriye de ragihandiye ku serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu wê heftiyê carekê serdana bajarekî bakûrê Kurdistanê bike û wê pirsa Kurd li gel rewşenbîr û ekademisyenan goftûgo bike.

Selvî dibêje: Li bakûrê Kurdistanê ji ailyekî şer û li aliyê dinê jî gavên bo çareserkirina pirsa Kurd têne avêtinê.
Ebdulqadir Selvî got: Dema em dibêjin pirsa Kurd bi wateya goftûgo li gel HDP û Îmralî û bêçekirina PKK û dawîanîna terorê nayê û pirsa Kurd jî ev tenê nîne.

Amaje bi wê yekê jî kir ku serokwezîrê Tirkiyê Dawudoglu di rojên pêş de di serdanên xwe yên li bakûrê Kurdistanê de wê li gel kesên ekademî û rewşenbîr çareseriya pirsa Kurd û PKK gotûbêj bike.

Wî nivîskarî diyar jî kiriye ku eve pêvajoya çareseriyê nîne belku pêvajoya rawêjkariyê ye û eve jî yek ji planên hilkûmeta Tirkiyê ye:

Ev babet 838 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.