Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
‘Rumadî bûye gorîstana DAIŞ’
PM:01:08:02/02/2016

Xendan- Elî Nacî


Parlemanterê parêzgeha Enbarê Adil Mehlawî ragihand ku niha bajarê Rumadî bûye gorîstana DAIŞ`ê.

Di kongireyekî rojnamevanî de îro sêşeme Adil Mehlawî ragihand: Pêwîste hikûmeta federal xizmetguzariyê pêşkêşî şêniyên wî bajarî bikin daku akinciyên wê deverê ku koçber bûne vegerin navçeyên xwe.

Her weha wî parlemanterî daxwaz ji wezareta navxwe û fermandariya polîs jî kiriye ku derfetê çê bikin daku karmend û polîsên Enbarê ku pêştir ji ber DAIŞ derketibûn vegerin ser karên xwe.

Adil Mehlawî diyar kir ku Rumadî bûye gorîstana DAIŞ û divê wezareta jîngehê û tendirustiyê jî karê pêwîst bike û dest bi avadaniyê bike daku şêniyên deverê vegerin cih û warên xwe.

Ev babet 1508 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.