Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Waşinton 3870 serbazên xwe li Îraqê bi cî dike
PM:01:05:04/02/2016

Xendan-



Wezareta berevanî ya Emerîkayê ragihadn ku Emerîka dê hejmara hêzên xwe li Îraqê bighîne 3870 serbaz ew jî bi armanca perwerdekirin û rawêjkirin li gel hêzên Îraqî û amadekirina wan di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê.

Li gor nûçeya ajansa Frans Pres ev biryara Waşintonê piştî wê yekê hatiye ku rêveberiya Emerîka sala borî biryar dabû ku wê operasyonên xwe yên taybet li Îraqê û Sûriyê zêde bikin.

Her weha pêştir Bentagonê ragihandibû ku hejmara hêzên wê li Îraqê 3500 leşker e eve tê wê wateyê ku Emerîka 370 serbazên dinê jî şandine Îraqê.

Ev babet 1675 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.