Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Hewlêr: Li dijî xwepêşanderan êriş û birîndar hene
PM:01:18:07/02/2016

Xendan- Ferheng Ferîdun


Ji bo piştgîrîkirina li azadkirina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê îro danê sibehê 7/2/2016 li pêşiya baregeha neteweyên yekbuyî li bajarê Hewlêrê xwepêşandanek hate encamdan û hêzên ewlekariyê êrişî xwepêşanderan kirin.

Beşdarvanekî xwepêşandanê ku nexwest navê xwe ji Xendanê re aşkira bike ragihand: Me ji bo piştgîriya li azadkirina rêberê PKK`ê Abdula Ocalan xwepêşandanek li pêşiya baregeha neteweyên yekbuyî li bajarê Hewlêrê encam da.

Got jî: Ew hêzên ewlekariê ku baregehê diparêzin gule li ser xwepêşanderan reşandin .

Aşkira jî kir: Sê daxwziyên me yên serekî hene, ew jî azadkirina Abdula Ocalan û piştgîrîkirina li xweseriya bakûrê Kurdistanê û derkirina baregeh û nûnertiyên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê ye.

Ji aliyekî dinê ve jêderekê li hêzên ewlekariyê ya Hewlêrê ku nexwest navê wî were belav kirinê ji Xendanê re got: 3 polîs ji ber pevçûna li gel xwepêşanderan ku bi dar û beran êriş kirin birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve berdevkê polîsê parêzgeha Hewlêrê neqîb Hogir Ezîz ji Xendanê re ragihand: Heya niha tu ziyanên canî li xwepêşandanê de nebûne û xwepêşandan jî berdewame.

Ev babet 749 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.