Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Konsolê Birîtanya: Modêla hikûmraniyê li Kurdistanê kevin buye
PM:02:03:07/02/2016

Xendan-


Konsolê giştî yê Birîtanya li herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê li gel Xendanê ragihand ku modêla hikumraniyê li herêma Kurdistanê dem bi serda çûye û êdî bikêr nayê û ji bo wê jî pêwîstiya wê bi çaksaziyê heye.

Engs Mekkî, konsolê giştiyê Birîtanya li Hewlêrê behsa pirsgirêk û qeyrana siyasî û aborî ya herêmê dike û nêrîna hikûmeta welatê xwe ji bo çareserkirinê tîne ziman û diyar kiriye ku îsal ji bo herêma Kurdistanê salekî zehmet û giran dibe.

Der barê şêwaza hikumraniya li herêma Kurdistanê Engs Mekkî dibêje: Divê wê yekê bizanin ku bi ev modêla kevin a hikumraniyê herêma Kurdistanê nikare berdewam be, di goftûgoyên xwe digel serkirdeyên Kurd de jî min têbîniyên xwe ji wan re gotye ku divê ew guherînê di zihniyeta xwe de jî bikin.

Konsolê Birîtaniya der barê serxwebûna Kurdistanê de û hewlên xwe ji bo çareserkirina kêşeyên navbera partiyên herêma Kurdistanê de jî axivî û nîgeraniya xwe li beranberî ew tometbarkirina hêzên pêşmerge ji aliyê rêxistina navdewletî sebaret bi ruxandina gund û xaniyên erebên sune ku ji aliyê pêşmergan ve hatiye kontrol kirinê jî nîşan daye.

Xendan, tevahiya hevpeyvînê belav dike.

Ev babet 849 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.