Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Hewlêr: Planekî xwekujî hate pûçkirin
PM:06:29:08/02/2016

Xendan- Aram Yusif


Dazgeha dijî terorê ser bi encûmena asayîşa herêma Kurdistanê hewlekî xwekujî yê terorîstan li nava bajarê Hewlêrê pûç kir.

Malpera fermî ya dijî terorê ya Kurdistanê li facebookê belav kiriye ku di roja 6/2/2016 di operasyonekî taybet ya hêzên asayîş û dijî terorê de karîne hewlekî xwekujî yê terorîstan li nava bajarê Hewlêrê pûç bikin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku di wê operasyonê de 3 terorîst hatin girtin ku bi regez erebin û xelkê parêzgeha Diyale ne.

Ew jî hatiye aşkira kirin ku her di wê operasyonê de dest bi ser kemberekî teqemenî û çend bomyan de  hatiye danînê.

Ev babet 746 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.