Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Eniya Siwar El-Reqa beşdarî MSD’ê bû
PM:09:39:10/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl



Endamên Buroya Siyasî ya Eniya Siwar El-Reqa îro li bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Serokê Buroya Siyasî ya Eniya Siwar El-Reqa Mehmûd El-Hadî, Endamên Desteya Serokoatiya MSD’ê Îşoh Gewriyê û Xalid El-Mihamîd û bi dehan dezgehên çapemeniyê yên Rojavayê kurdistanê amade bûn û di civînê de beşdarbûna Eniya Siwar El-Reqqa nava MSD’ê de hate îlankirin.

Îlham Ehmed got: Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD’ê) beşdarbûna Eniya Siwar El-Reqqa ya nava MSD’ê silav dike û wekî gavekê berbi yekîtiya aliyên Sûriyê li dijî komên çete û li dijî siyasetên desthilatdariyê bi nav kir.
Ehmed destnîşan kir ku, ew ji bo peywendiya bi aliyên siyasî û yên li ser erdê çalak re di nava xebatan de ye û got: Ji bo yekîtiya hemû aliyên Sûriyê tevî hemû rewşên zehmet û beşdarnekirina MSD’ê di civînên Cenêv 3 de têdikoşe.

Ehmed diyar kir  ji bo avakirina Sûriyek demokratîk û piralî ew amade ne bi hemû aliyên siyasî yên ku dixwazin çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin re diyalogê bikin.

Serokê Buroya Siyasî ya Eniya Siwar El-Reqqa Mehmûd El-Hadî jî got: Beşdarbûna wan ya di nava MSD’ê de piştî ku hêzên Eniyê yên leşkerî beşdarî nava QSD’ê bûn, pêk hat, her wiha ji ber ku MSD’ê sîwana opozîsyona tevahî Sûriyê li derve û hundir e.
Ev babet 809 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.