Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Li Cizîrê di 4 rojan de 138 welatî şehîd bûne
PM:03:05:13/02/2016

Xendan-



Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku pêkanînên rêveberiya awarte kete roja 61'emîn, di êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî 3 jêrzemînên ku 138 kes heye de di 4 rojan de 110 cenaze hatin derxistin. Cenaze ji bo ku asta qatlîamê bê veşartin sewqî Mêrdîn, Şirnex, Sîlopî, Riha û Dîlokê hatin kirin, teşhîskirina malbatan jî tê astengkirin. Gelek cenaze hatine şewitandin û parçekirin. Li aliyê din Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala di daxuyaniya xwe ya beriya 2 rojan de ligel ku gotibû "operasyon bi dawî bûye" jî li taxên Cûdî û Sûrê du bilind dibin.

 Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz destnîşan kir ku ji 110 cenazeyan hema bibêje hemû hatibûn şewitandin û bal kişand li ser texrîbkirina cenazeyan û wiha got: "Kuştin bixwe suc e û terzê kuştinê jî bi awayeke cuda sucek e. HEwl didin ku bi hestên hovane bi gel êşê bidin kişandin." Sariyildiz got ku dema ku mirov hêj birîndarbûn agahiyên wan ên nasnameyan, navnîşanên wan bi saziyên têkîldar re parve kirine û xwestine pêkanînên hiqûqa navneteweyî di vî mirojarê de çi ye pêk bê lê li şûna pêkanînên dewleta hiqûqê bi pêkanînên "dewleta terorê" re rû bi rû mane."

Sariliydiz li hemberî şandina cenazeyan li bajarên cuda û astengkirina teşhîskirina cenazeyan jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin êş tê jiyandin. Sariyildiz wiha got: "Dê kengî otopsî bê kirin, malbat dikarin çi bikin tu agahî nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê jî em bi pêvajoyeke ku bi rêbazên hovane re rû bi rû ne. Niha li şeradiyê li cem min bi dehan malbat hene. Evqas jî hovîtî nabe. Dibêjin we zarokên me qetil kirin qet nebe ceazeyan bidin. Em di pêvajoyeke ku di her merhaleyê de hovîtî heye de ne."

Jêder: DIHA
Ev babet 680 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.