Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
H.S.D:Ger Turkiye êriş bike emê bersivê bidin
PM:10:01:13/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl


Bajarê Ezaz -
Hêzên Sûriye Demokratîk (H.S.D) ragihand ku, eger Hêzên Turkiye berdewam bajarê Ezaz ya li Bakurê Heleb`ê û deverên li jêr kontrola Hêzên Kurdî topbaran bike ewê jî bersiva wan bidin.

Piştî ku îro demjimêr 4 û nîvê piştî nîvro Artêşa Turkiye  deverên bajarê Ezaz û deverên li jêr hêzên Kurdî û Artêşa Şoreşgeran bi çekên giran û topa Hawanê topbaran kirin, li hemberî wê yekê, Fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk yê bajarê Ezaz`ê Eb Omer ragihand ku, eger Hêzên Turkiye bi berdewamî bajarê Ezaz ya li Bakurê Heleb`ê û deverên li jêr kontrola Hêzên Kurdî de topbaran bike ewê jî bi deng nemînin û bersiva wan bidin.

Ebo Omer diyar kir ku, tu hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nîne ku Hêzên Turkiye wan herêman herêmê topbaran bike û têkest kir ku, tenê hêzên wan li herêmê hene.

Navbirî got: Em di dema niha de derbarê topbaranên Artêşa Turkiye de civînan saz dikin û piştre emê naveroka wê  di daxuyaniyekê  bo raya giştî aşkere bikin.
Ev babet 820 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.