Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Bi Vîdeo... Turkiye Firokxaneya Minixê topbaran dike
PM:11:39:13/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl



Li gor nûçeyek Ajansa Hawarnews`ê, Dewleta Turk bajaroka Minixê û gundê Merenaz yên girêdayî bajarê Ezazê û gundê Mezreha yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrîn`ê bi çekên giran topbaran kirin.

Piştî şervanên Artêşa Şoreşgeran roja 11’ê Sibat`ê Firokxaneya Leşkerî ya Minix`ê, bajaroka Minix û derdora wê rizgarkirine, Artêşa Turkiye îro demjimêr 16.25’an ji qereqolekê ya li aliyê Bakurê Kurdistan`ê ya li hemberî gundê Yazibaxê ya navçeya Şeran ya Kantona Efrîn`ê bi Obûsan û çekên giran Firokxaneya Minixê, bajaroka Minix, gundê Merezaz`ê yên girêdayî herêma Ezaz`ê û gundê Mezreha ya navçeya Şêrewa ya Efrîn`ê topbaran kir.

Derbarê ziyan û encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.

Ev babet 776 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.