Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Barzanî diyariyek taybet dide nûnerê Obama
AM:11:50:14/02/2016

Xendan-


Mesûd Barzanî wêneyekî giring weku diyarî pêşkêşî nûnerê serokê Emerîka li hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorîstên DAIŞ kir.

Barzanî ku niha ji bo beşdarîkirina li konferansa asayîşa cîhanî Miyoşin li Almanya ye li gel nûnerê taybet yê Obama Bret Makgork civiya û wêneyek bi diyarî pêşkêşî navborî kiriye.

Di vê derbarê de Bret Makgork li ser Tiwîterê nivîsiye: Ez şerefmendbûm bo wergirtina wêneyekê ji serok Barzanî ku têde azadkirina yekem navçeyên jêr destê DAIŞ ji aliyê pêşmerge ve li tebaxa 2014 nîşan dide.

Ew diyarî jî wêneyê pêşmergeyekî ku ala rêxistina terorîstî ya DAIŞ daxistiye û ala Kurdistanê li şûna wê hildaye pêkhatiye.


Ev babet 909 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.