Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Salih Muslim bersîva Enqerê dide
PM:02:39:14/02/2016

Xendan-



Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim bi tundî daxwazên Enqerê ji bo vekişîna hêzên YPG li navçeyên bakûrê Helebê red dike û li hember destêwerdana Tirkiyê li navxweya Sûriyê hişyarî dide Enqerê.

Salih Muslim bi daxuyaniyekê ji ajansa Reutersê re ragihandiye ku mafê Tirkiyê nîne ku dest li rûdanên li navxweya Sûriyê werbide û teqez dike ku hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji wan navçeyan venakişe.

Li berdewamiya axaftina xwe de Salih Muslim diyar dike ku balafirxaneya serbazî ya Minixê ya li bakûrê Helebê pêştir li jêr kontrola çekdarên bereya Nusra ya ser bi Qaîdê bûye û ji aliyê hêzên Kurdî ve hatiye kontrol kirinê û ji aliyê Tirkiyê tê bombebaran kirinê.

Muslim cext li wê yekê jî dike ku gelê Sûriyê wê bi tundî rûbirûyê her destêwerdaneke Tirkiyê li nava axa Rojava bibe.

Ev babet 898 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.