Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Hevserokê HDP'ê li Sêrtê hate girtin
PM:10:29:14/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl


Sêrt -
Li bajarê Sêrt ya Bakurê Kurdistan`ê Hevserokê Navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şukru Tîmurtaş ê ku duh hatibû binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li emniyetê derxistin dozgeriyê.

Tîmurtaş bi tometa "Tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" bi daxwaza girtinê bo dadgehê hat rêkirin û li dadgehê bi heman îdîayê Tîmurtaş hate girtin û ew rêkirin Girtîgeha Tîpa (E) ya bajarê Sêrt`ê.

Ji aliyekî din ve li bajarê Colemêrg ya Bakurê Kurdistan`ê jî di nava wan de Hevserokê HDP yê devera Çelê bi giştî 8 çalakvan û siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin.
Ev babet 1639 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.