Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Çavuşoglu: Divê em û Emrîka li ser PYD gengeş bikin
PM:11:04:16/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl


Wezîrê Karên Derve yê Turkiyê Mevlûd Çavuşoglu bo Ajansa Reutersê re ragihand ku, welatê wî û Erebistana Siûdiyê û hin welatên Ewropî dixwazin bi rêya bejayî derbasî Sûriyê bibin, lê hin welatên hevpeymaniyê wan wê yekê red dikin û heta niha ew yek bi cidî ne hatiye gotûbêjkirin.

Çavuşoglu got: Encamdana operasyonek bejayî li Sûriyê pir girîng e, lê dazanîn ku ew pêngav eger tenê ji aliyê Sûriyê û Turkiyê ve bê encamdan gaveke şaşe û pêwîst e ew yek bi karekî hevbeş pêk were.
Çavuşoglu diyar kir ku, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî operasyona bejayî li Sûriyê gotûbêj ne kiriye û hin alî li dijî wê ne û hin alî jî naxwazin tê de beşdar bin.

Derbarê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) de jî ev peyam da Emrîka: “Pêwîst e Turkiyê û Emrîka nakokiyên derbarê rola PYDê li Sûriyê de zêdetir gotubêj bike.
Ev babet 1679 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.