Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
HSD nêzî bajarokê şedadê bûne
PM:10:09:18/02/2016

Xendan – Welîd Xelîl


Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ku li ser daxwaza gelê herêmê ji bo rizgarkirina bajarokê Şedad`ê bi navê  operasyona“Hêrsa Xabûr`ê” roja 16’ê Sibatê da destpêkirin û heya niha li başûrê Holê derdora 25, her wiha li eniya Çiyayê Kezwanan jî derdora 23  gund û gundik hatin rizgarkirin.
 
Her wiha Wêstgeha Gaz`ê ya navendî ya herî mezin jî di nav de, heta niha 6 wêstegehên gazê jî hatine rizgarkirin û 33 çete jî hatine kuştin û li eniya çiyayê Kezwanan jî gelek kuştiyên çeteyan hene, lê derbarê hejmarê agahiya zelal nehate bidestxistin.
 
Hêjayî gotinê ye ku, ji aliyê eniya Başûrê Holê ve şervanên QSD’ê 7 km û ji aliyê eniya Çiyayê Kezwanan ve jî nêzî 15 km nêzî bajarokê Şeddadê bûne.
Ev babet 1699 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.