Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
SOZA AZADIYÊ
06/09/2015
Elî Roj


Xendan-



Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başur û Rojhilatê Kurditanê îro li hemberî hişmendiya netew dewletên ku serdestiya xwe li ser xaka Kurdistanê didine meşandin li ber xwe dide û roj bi roj ji bona gihiştina jiyaneke azad û biromet tekoşîneke pêhempa dide meşandin. Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê rastiya hovîtiya AKPê û peywendiyên wê bi çeteyên DAIŞê re bi rengekî ber bi çav derxiste holê.

Ji ber vê yekê pêwîste ku şoreşa Rojava û şoreşa Bakurê Kurdistanê destê xwe bidin hev û ji bona hemû beşên Kurdistanê bibin mînaka berxwedana ji bona avakirina jiyana azad û demukrat. Ji ber ku eger gelê Kurd bi hevre li hemberî zilim, desthilatdarî û hovîtiya AKPê û DAIŞê dest, dil û vîna xwe bêxin yek, wê gavê wê tucarî neyarên gelê Kurd nikaribin wan têkbibin.

Ev rastî di serî de di berxwedana Kobanê de derkete holê û cîhan tevahî jî bû şahidê vê berxwedana bi romet. Îro jî li Geverê, Cizîra Botan, Şirnex, Gimgim û Amedê jî gelê Kurd li hemberî mêtingerî û hovîtiya AKPê û Erdoxan li ber xwe dide. Li hemberî vê hovîtiyê  gund, bajarok û bajarên xwe bi canê xwe diparêzin û nahêlin ku piyên dijmin xaka wela gemar bike. Ev vîn û ev berxwedan pêwîste ku hemû gelê Kurd xwedî lê derkeve û tevlîbûna xwe ya bê sînor ji bona wê bide çêkirin. Ji ber ku AKPê û Erdoxan ji derveyî zimanê şer û şidetê tu zimanê din nasnakin û xwesteka wan ew e ku xaka Kurdistanê dagir bikin û gelê  Kurd ji warî wî koçber bikin.

Di vê berxwedanê de pêwîste gelê Kurd li hemû parçên Kurdistanê di serî de li Bakur, Rojava, Başur û Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigre û çi ji destê kî  ji bona şikandina hovîtiya dijminê xwînxwar tê bile têxîne dewrê. Ji ber ku roj roja seferberî, serhildan û  tolhildanê ye û geleke ku em tucaran ji dijmin û neyaran re serî netewînin û jiyana bindestî û koletiyê ji bona xwe nepejirînin.

Ger ku em bi giyanê şehîdên şoreşa Rojava, Bakur û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê tevbigerin, wê demê wê tu hêz nikaribe vîna me bişkîne û gihiştina jiyana azad û biromet asteng bike. Soza ku me dayî şehîd û Rêber APO pêwîste ku em bi cî bînin û ger ku em xwediyê vê sozê bin wê demê emê tucaran xak, gel, vîn û pêşeroja xwe bi destê dijmin û neyaran ve bernedin û wê soza me soza azadiyê be. 

Elî Roj  


Ev babet 1357 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.