Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
HÊZÊN SÛRIYA DEMUKRATÎK
26/10/2015
Elî Roj


Xendan-


Ji destpêka şoreşa Sûrî de li hemberî desthilatiya recîma bas û rêbazên wê yên dij mirovî, qaşo henek hêz derketên holê û bi navê muxalefetê tevgeriyan. Lê ji ber ku avabûna van hêzan ne li ser hêmanekî rast û dirist bû û ne bi vîna xwe tevgeriyan û nekarîn ku nûnertiya hemû pêkateyên Sûriya bikin. Ji ber vê yekê li holê tu tevgereke muxalefetê ya netewî ku karibe hemû pêkateyên heyî di nava refên xwe de bihewîne û di Sûriya pêşerojê de bibe riya çareseriyê derneket holê. Ji ber ku hêzên avabûne ne xwediyê biryareke serbuxebûn û heryekî ji van hêzên girêdayî dewletên heremî û navnetewî bûn.

Di serî de dewleta Turkiya û hevkarên wê yên mîna Qeter û Siwdiyê, ji bona çiqar û serdestiya siyaseta xwe li ser heremê û bi taybet jî gelê Kurd û destkeftiyên wî ji xwe re kirin armenc û bi desteka bê sînor ji bona çeteyên DAIŞê û hemû hêzên tûndrew yên ku sînorên xwe ji bona wan vekirin û bê navber alîkarî û destek didane wan.

Ev hemû hewildan û kiryarên ku di serî de Tirkiya dane meşandin û heyanî îro jî didine meşandin, rê neda ku hêzeke netewî ji bona muxalefeta Sûrî derkeve holê. Lê YPGê û YPJê bi berxwedan û tekoşîna xwe ya bêhempa, di serî de li Rojava û Sûriya û li heremê û cîhanê mîna hêza yekemîn a ku li hemberî DAIŞê li ber xwe da û serkeftinên mezin bi destê xwe ve anîne holê.

Îro jî dema ku em behsa avakirina hêza Sûriya ya demukratîk dikin, em ji bîra nekin ku YPGê û YPJê cihekî xwe yê taybet di avakirina vê hêzêde heye. Ango hêzên YPGê û YPJê ji roja ku hatine damezrandin di serî de gelê Kurd û hemû pêkateyên Sûriya cihê xwe di nava vê hêzê de digrin û mirov dikare bibêje ku YPGê û YPJê ji destpêka şoreşa Sûrî ve û heyanî roja îro mîna hêzeke netewî tevgeriya û îro jî dema ku hêzeke nû bi navê Sûriya demukratîk tê avakirin, ev encama kar û xebata YPGê û YPJê û sistema rêveberiya xweser û berhemên wêne.

Pêngava avakirina hêza Sûriya demukratîk wê bibe misogeriya parastina tevahî gelê Sûrî û wê ji bona çareseriya demuqratîk di sûriya pêşerojê de bibe hîmê bingehîn.   

Elî Roj  

Ev babet 747 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.