Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
31/10/2015
Elî Roj


Xendan-


Rizgarkirina bajarê Kobanê di serî de li Kurdistanê, heremê û cîhanê dengveda. Ji ber ku berxwedana Kobanê berxwedana sedsalê bû û cîhanê tevahî roj bi roj berxwedana Kobanê dişopand û dilê milyonê mirovên azadîxwaz û welathez ji bona Kobanê lêdida. Ji bona cîhanê tevahî Kobanê li ber xwedida û di çeperên rometê de gav bi gav bi ser diket.

Gelê Kurd û dostê wan ji bona rizgarkirina Kobanê bi şev û roj li ser piya bûn. Ji ber vê yekê di 1ê Mijdarê 2014an de bi dehê dewletên cîhanê ji bona Kobanê daketin kolanan û piştgiriya xwe ji bona Kobanê raberkirin.

Li Kobanê di serî de berxwedana şervanên YPGê û YPJê û burkan elfirat û gelê me yê Bakurê Kurdistanê, Başur û Rojhilat û tevahî cîhan xwediyê van serkeftinan e. Herçiqasî ku dijminê gelê Kurd û mirovahiyê piştgirî dane hêzên çete û xwestin ku vîna gelê Kurd û hêviya hemû azadîxwazan bişkînin û roj bi roj dizûriyan û digotin: Kobanê ha wê bikeve ha wê bikeve. Lê ji ber ku di serî de gelê Kurd û dostên Kurdan bi hevre û bi yek dengî qîr kirin bijî azadî û bijî hevgirtina gelan û bimre faşîzim û bimre dijminên mirovahî.

Li Kobanê  mirovahiyê destê xwe dane hev û dilê mirovahiyê bi hev re ji bona azadî û serkeftinê lêdida, ev hemû hêz û bawerî bi xwere serkeftina hêzên azadîxwaz û demukrat pêkanî û binkeftina hêzên tûndrew û hevkarên wan anî. Li Kobanê rojên dîrokî bi xwîna şehîd û pakrewanan hate xêzkirin û bi rizgarkirina Kobanê re hêviyê milyonê mirovên azadîxwaz pêkhat. Ji ber ku berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê bû û serkeftina Kobanê jî bû serkeftina mirovahiyê.

Lewra çawe di 1ê Mijdara 2014an de bi milyonê mirovan li cîhanê tevahî ji bona azadiya Kobanê rabûn ser piyan û bi yek dengî gazî kirin Kobanê wê bi ser bikeve û serkeftin pêkhat. Lewra îro jî li gelek dewletên cîhanê zêdeyî 400 meşên girseyî li bajar û bajarokan bi boneya salvegera vê roja dîrokî careke din piştgirî û dilsoziya xwe ji boan Kobanê raberkirin. Lê meşên 1ê Mijdara vê salê bi duroşmeya ”em roja 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê bikin roja giyan dayîna Kobanê û em xwe bi giyanê berxwedana YPGê û YPJê bixemilînin û layiqê şehîdên azadiyê û berxwedanê bin”.   
 
Elî Roj

Ev babet 776 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.