Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Binkeftina Erdogan li Bakur û Rojava
08/11/2015
Elî Roj


Xendan-


Hilbijartinên ku AKPê bi darê zorê, dizî, fêlbazî û desthilatiyê bi rê ve meşandin, ji destpêkê ve encamên ku derbikevin holê diyarbûn. AKPê li bakurê Kurdistanê şerekî bi giştî li ser gelê Kurd dide meşandin û armanca wê ji vê yekê serkeftina di hilbijartinan de û li derve hiştina partiya gelan a demoqrat HDPê bû. Lê belê em dikarin bêjin ku ev armanc pêk nehat, her çendî ku AKPê di hilbijartinan de bi ser ketibe û hemû deshilatdarî xistibe destê xwe, lê ew li bakurê Kurdistanê tevî hemû sextekarî û dek û dolaban bi bin ket; ev yek jî di encama hilbijartinan de bi awayekî eşkere û zelal derketiye pêş.

Nîşaneya vê binkeftina Erdogan û partiya wî derbaskirina HDPê ji benda hilbijartinê re û bi destxistina piraniya dengan li herêmên bakur, her wiha şikandina rakorê li navçeyên ku weke herêmên xweser ji aliyê gel ve hatibû ragihandin weke: Cizîr Gever, Licê, Farqîn, …hwd, ku tevî hemû kiryarên hikûmeta AKPê xwedî li biryara xwe derketin û serî li hember çavsorî û hovîtiya çeteyên dewletê netewandin.
Erdogan û AKPê ne tenê li bakur rastî binkeftinê hatin, lê belê li Rojava jî siyasetin dewleta Tirk têk çûn û hemû armancên wan vala hatin derxistin, Erdoganê ku xwe qij û har dikir ku dê nehêle Rojava bibe xwedî statû û angaştên bê bingeh belav dikirin ku li Girê Spî Ereb û Tirkuman rastî qirkirinê hatine, îro gelê Rojava vê yekê derew derdixe holê, bi rêya serkeftinên Hêzên Sûriyê yên demokrat QSDê ku bûne hêviya hemû aştîxwazên Sûriyê û cîhanê. Ji ber ku serkeftinên QSDê îro li kantona Cizîrê rêya paytexta DAIŞê ango Reqa vedike û pêgihandina kantonên Rojava nêzîk dike.

Li hember van binkeftinan em dibînin ku çeteyên îsalamî ku li sûriyê şer dikin û girêdayî turkiyê ne dîsa gefan li Kurdan dixwin û mîna dûvikên AKPê tevdigerin, di heman rojevê de AKPê hewl dide PDKê li dijî Rojava bikar bîne lewma serdana wezîrê derve yê Tirk ji bo Hewlêrê bi vê armancê tê şîrovekirin. AKPê dixwaze paşmayên ENKSê bikar bîne û bi rêya derxistina nakokiyan di navbera herdû beşên Kurdistanê de, ango Rojava û Başûr û bi  vê yekê dixwaze enya ku li dijî DAIŞê şer dike lawaz bike.

Di vê çarçoveyê de ji hikûmeta herêma başûr tê xwestin ku nekeve xefkên AKPê û nebe destek ji Erdogan re, nemaze ku herêm di aloziyên siyasî û aborî re derbas dibe, lewma divê aliyên Kurdistanî erkê xwe bilîzin û ji bona hevgirtin, serkeftin û azadiya gelê Kurd tevahî tev bigerin.

Elî Roj


Ev babet 639 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.