Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Li Rojava Nexşeya Sûriya Nû Xêz Dibe
19/11/2015
Elî Roj


Xendan-


Serkeftinên Hêzên Sûriya Demoqrat (QSD)ê li kantona Cizîrê didomên, her roj gund û navçeyên nû ji destê çeteyan tên rizgarkirin, ku bi her serkeftineke QSDê re rûyê Sûriya dahatî tê zelalkirin, gav bi gav pirojeya Xweseriya Demoqrat a Rojavayê Kurdistan tê çespandin û ji hemû cîhanê re tekez dibe ku ew take rêya çareseriyê ye ji bo kirîza Sûriyê, ku ev piroje bûye rojeva goftugoya aliyên peywendîdar li ser maseya civînên Viyênayê ku şerê navxweyî li Sûriyê mijara nîqaşên wan e.

Destekdayîn û piştgiriya kiwalisyona navdewletî bi serpereştiya Amerîka ji bo QSDê di operesyonên li dij DAIŞê de, her wiha dawxaza Rusiya ji bo destnîşankirina hêzên demoqratîxwaz û sekuler ji bo amadebûna civînên Viyêna yên dahatî, dide xuya kirin ku Xweseriya Demoqrat û QSDê îro bûne hokar û lîstokvanê sereke di her çarçove yan egereke çaresriyê li Sûriyê.

Di xuleka raborî ya civîna Viyêna ku berî du hefteyan hate lidarxistin û çi aliyeke Sûrî tê de amade nebû û her çiqas Amerîka û Rusiya li ser mayîna serokê rêjîmê Beşar Asad li hev nekirbin jî, lê wan li ser şerê li dijî terorê û girîngiya avakirina Sûriyeke demoqrat û sekuler ku mafê hemû pêkhateyan tê de misoger û parastî ye li hev kirin, tenê Turkiyê ku statûya Rojava û têkçûna çeteyên DAIŞ û El-Nusre jê re bûye kawûs li dijî vê yekê derket û vîtoya xwe li ser piştgiriya hêzên demoqrat derbirî, lê belê ev helwesta hikumeta AKPê hate piştguhkirin, ku nûnerên Xwesriya Deomqrat di civînên bê de dê beşdar bin û li ser zemînê QSDê bi piştgiriya kiwalisonê pêşve diçe.

Lewma piştî civînê hikumeta AKPê dîsa berê xwe da rêbêzên xwe yên kevn ji bo çêkirina tevlêheviyan, li milekî ferman da hin komikên çete yên girêdayî wê ku navê xwe biguherin û Artêşa Sûriya Nû çêkin, ne ji bo tiştekî lê tenê ji bo derxistina alternetîvekî ji QSDê re ku cîhan tev lê dinêre weke lokomotîv ango livînerê rizgariya gelên Sûrî ji destê teror û sitemkariyê, li aliyeke din ferman da peyayên xwe di nava ENKSê de ji bo derxistin ajawe û pirisgirêkan, ENKSê jî weke mirovekî bêhiş ku ji ezmûn û binkeftinên xwe fêrnabe dîsa di kurtê de werbû û li dijî fêrbûna bi zimanê Kurdî derket, lê belê gelê Rojava ji van kiryarên ENKSê û ajokerên wê balder e, ku di her serkeftinekê de dixwazin nakokiyan derxin, lewma gel ji ENKSê û AKPê re gotin: êdî bes e, cihê we li vir nîn e.

Ev babet 929 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.