Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
PENCEŞÊRA DAIŞ
30/11/2015
Elî Roj


Xendan-


Cîhan tevahî ji bona şerê DAIŞê li ser piya ye û çeteyên DAIŞê mîna nexweşiya penceşêrê li her deverî belavdibe. Li milekî gelek hêz hene ku şerê DAIŞê dikin û li milekî din jî gelek hêz hene ku destekê didine DAIŞê, lê tişta palkêş ew e ku ev herdû hêz bi hev re li derdora maseyekî komdibin û ji bona şerê li hembeî DAIŞê dixwazin hevkariyê bikin.

Lewra ne gengaze ku ev nexweşî zû bi zû were dermankirin û ji bona ku dermanê wê were dîtin, pêwîste ku hemû hêzên qaşo ji bona şerê DAIŞê hevkariyê dikin destê xwe deynin ser birînê û dev ji siyasetin xwe yên dirû û qirêj berdin.

Li milekî AKPê û Erdoxan, Qeter û Erebistana siwidî ev hêzên ku bi roj û şev bi hêzên navnetewî re ji bona şerê DAIŞê û çareseriya pirsgirêka Sûriyê tevdigerin, lê heman hêz ji bona DAIŞ û hemû hêzên tûndrew destek û alîkariyê didin û wan li cem xwe xwedî dikin û çiqarên xwe jî bi riya wan dimeşînin. Ango ew li milekî mirovan qetil dikin û li milekî din jê bi merasîma definkirina wan re jî dimeşin.

Lê gelê Kurd ji destpêka şoreşê ve şerê çeteyên DAIŞê dike û cîhan tevahî jî şahidê vê berxwedanê ye. Ji ber vê yekê ger ku cîhan bi rastî dixwaze ji penceşêra DAIŞê rizgar bibe bile dûr negere, tenê bile destek û alîkariyê bide gelê kurd û destê xwe têxe destê şervanên YPGê û YPJê û Hêza Sûriyeya Demokratîk ji ber ku binkeftina DAIŞê tenê bi destê wan gengaze.

Elî Roj   

Ev babet 755 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.