Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
EFRÎN WARÊ BERXWEDANÊ YE
05/12/2015
Elî Roj


Xendan-


Piştî ku DAIŞ û bi alîkariya AKP û Erdoxan ne li Kobanê û ne jî li Cizîrê tu encam bi destê xwe ve neanîn, vê carê xwest ku berê xwe bide Efrînê. Ji destpêka şoreşê ve recîma Turikiya xwe li Şêxmeqsûd û Efrînê ceriband, lê ji ber berxwedana gel hemû pîlan û sînaryoyên wê valederketin. Ji ber vê yekê xwest ku Rojava tevahî têxîne di bin desthilatiya xwe de û li ser Rojava re siyaseta xwe li Sûriya bide meşandin, lê ev yek raste rast pêknehat. Vê carê bi desteka bê sînor a ku ji bona DAIŞê Pêşkêş dike û êrîşên ku ew bi xwe jî tevlî dibe, rastiya AKPê û Erdoxan baş raxiste li ber çavan.

Hevkariya AKPê û DAIŞê êdî bi rengekî ber bi çav ji herkesî re xuyabû û cîhan tevahî jî vê yekê bi cavê serê xwe dibîne. Lê li gorî ku tê xuyakirin û ji bona parastina bercewendiyên xwe çavê xwe ji kiryarên AKPê û Erdoxan digrin. Lê piştî komkojiya Parîsê û gihiştina belaya DAIŞê li ber deriyê Ewropa êdî herkes diqîre û dibêje pêwîste ku em DAIŞê ji holê rakin. Lê kesên ku destekê didine DAIŞê û kesên ku îro qaşo şerê DAIŞê dikin, bi hev re dirûnin û dixwazin vê hovîtiya DAIŞê tunebikin. Lê kî destekê dide DAIŞê û kî çekan dide wan û sînorê xwe bi roj û şev ji bona wan vedike, êdî hemû tişt mîna rojê kifişbûn.

Piştî xistina firoka Rûsiya yê ji milê turkiya ve, êdî rewş hate guhertin. Ji milekî ve avabûna hêza sûriya demuqratîk û serkeftinên ku li Holê û gundewarên wê pêkhatîn, roj bi roj tevlîbûnên nû ji bona hêza sûriya demukratîk çêdibin. Serkeftinên ku QSDê pêkanîn cihekî xwe yê taybet di nava hêzên navnetewî de da avakirin. Ji ber ku tu hêzên muhalefeta sûriya li ser erdê û li hemberî DAIŞê tu gavên ber bi çav neavêtin. Ji ber vê yekê avabûna hêzên QSDê ji bona Sûriya pêşerojê pêngaveke giringe. Dema ku hêzên QSDê li Heleb û Idlibê hatin avakirin, AKPê û Erdoxan mîna parêzvanê DAIŞê dest bi şerê wê kirin. Bi desteka AKPê û Erdoxan hêzin tûndrew yên mîna DAIŞ, Cebhet elnusra û Ehrar elşam berê xwe dane Kantona  Efrînê û xwestin ku hêzên QSDê bişkînin.

Ji bona ku DAIŞ bi rehetî bikeve deverê û tevahî herem têkeve destê AKPê û hevkarên wê. Lê mîna ku çeteyên DAIŞê li Kobanê û Cizîrê bi bin ketin, wê hemû hewildanên wê yên li Efrîn û Şêx meqsûd jî valederkevin. Ji ber ku gelê Kurd gelekî berxwedê re û tucaran serî ji kesî re netewandiye û natewîne.

Elî Roj     

Ev babet 873 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.