Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Bi giyanê Kobanê em li ber xwe bidin
24/12/2015
Elî Roj


Xendan-


Li bakurê Kurditanê rojên dîrokî têne jiyankirin û gelê Kurd li ser rûpelê dîrokê bi xwîna xwe dîrokê ji nûve xêzdike. Li hemberî desthilatiya AKPê û Erdoxan û hovîtiya wan a bê sînor li ser gelê kurd, îro li bakurê Kurdistanê gelê Kurd gund bi gund, bajarok bi bajarok û bajar bi bajar û kolan bi kolan berxwedaneke pêhempa didine meşanin.

Hovîtiya ku AKPê û Erdoxan bi leşker, teng û firokên xwe li hemberî gelê kurd  dide meşandin wê tu carî nikaribe vîn û berxwedana ji bona azadiyê rawestîne. Ji ber ku vîna gelan hêza herî mezin e û dema ku vîn, bawerî û hêviyên ji bona jiyana azad û bi romet mezin dibe, wê gavê roj bi roj dagirkerî û hovîtî û desthilatiya AKPê û Erdoxan wê bişke û têkbiçe.

 Berxwedan û tekoşîna ku gelê me li Bakurdê Kurdistanê dide meşandin, Pêwîste  her kesê ku dibêje ez Kurdim û xwedî vîneke azad e tevlî vê berxwedanê dibe û cihê xwe di vê berxwedanê de bigre. Dema ku em dibînin dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê di nava agirê hovîtiya xwe de bişewitîne wê gavê pêwîste ku gelê Krud vê yekê qebûl neke û ji bona têkbirina vê hovîtiyê û parastina vîn, hebûn û welatê xwe em te li ser piyabin.

Ger ku dijminekî li hemberê me bê ku bêje ev zaroke, ev jine, ev goristane û ev xwezaye û her deverî bide ber xwe û bajarê me dagirbike û bav û dayikên me û zarokên me qetil bike, wê gavê kesê ku vê yekê nebîne û pişta xwe bide vê berxwedanê û xwe bavêje himbêja dijmin, em wê gavê nikarin ji wan re bêjin Kurd. Bê goman kesên ku vê yekê bikin û tevlî berxwedan û tekoşînê nebin wê gelê Kurd û dîrok wan efû neke.  Em di demeke wisa de nikarin ji dijminê xwe hêviya tiştekî bikin, ji ber ku ew rojane bi ser me de mirinê dibarîne û dixwaze gelê Kurd bi komkojiyan ji holê rake û vîna, çan û dîroka wî tune bike.

Dem dema berxwedanê ye û tekane riya azadî û jiyana bi romet berxwedane, ji bona vê yekê çawe dijmin bi hemû hêza xwe dixwaze me qir bike, pêwîste ku gelê Kurd di serî de li Bakur, Rojav, Başur, Rojhilat û her şûna ku lê dijî li hemberî vê hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk û Erdoxan ji bona jiyana  azad bi giyanê Kobanê li ber xwe bide.

Elî Roj   

 

Ev babet 2813 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.