Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Şoreş gazî şoreşgeran dike
16/01/2016
Elî Roj


Xendan-



Mirovên azadîxwaz ji bona ku ji bindestî û koletiyê rizgarbibin her tim ji bona xwe tekoşîn û berxwedanê mîna riya xilasiyê bingeh digrin û ji bona vê yekê hemû jiyana xwe fedadikin. Ji ber ku ji azadiyê û jiyana bi romet behatir li ser rûyê cîhanê tiştekî buhatir nîne. Ango dema ku tu devê her mirovekî azadî xwaz veke wê gotina azadî ji nava devê wî bi qêrîna ji bona azadiyê mîna volqanekî debikeve.

Ji ber vê yekê dema ku gotina azadî tê ser ziman hemû gelên blindest û hemû gelên azadî xwaz ji bona ku bighên vê jiyanê û ji zilim, zordarî, koletî û tariyê rizgarbibin, her tim hewldanên xwe yên bê sînor dikin û bê navber li hemberî dijmin û dagirkeran li ber xwe didin û bi şev û roj li ser piyan e.

Lê cîhan tevahî dizane ku jiyana azad û bi romet bi hesanî pêknayê û ne gengaze ku mirov bi rengekî hesan xwe bighîne vê jiyanê, ango şoreş gazî şoreşgeran dike û wan vedixwîna ji bona pêkanîna erkên wan ên dîrokî û dema ku em şoreşa Rojava bigrin dest, bi dehan şehîdên ji hemû netewên cîhanê xwîna xwe li ser axa rojava tevlî xwîna keç û xortên gelê Kurd kirin û ji bona gelê Kurd û tevahî cîhanê û mirovahiyê bûne sembola şoreşgerên intirnasyonal û biratiya gelan. Ji hemû aliyên cîhanê ciwanên şoreşger tevlîbûna xwe ji nava refên YPGê û YPJê re çêkirin û ji bona hemû mirovên azadîxwaz bûne pêşeng û nûnerên bêhempa, ji ber ku çawe şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê şoreşa mirovahiyê û hemû netewên blindest û yên azadîxwaz e pêwîste ku şoreşgerên cîhanê û hemû kesên azadî xwaz cihê xwe di nava vê berxwedan û tekoşînê de bigrin û mil bi mile li cem gelê Kurd cihê xwe di çeperên şer û berxwedanê de bigrin.

Di serî de dema ku ew ciwanên şoreşger tevlî nava refên YPGê û YPJê bûn ne gotin Rojava ji me dûr e an jî em ne Kurdin an jî em ne yek miletin û em ne yek olin û ji bona tevlîbûn û tekoşîna xwe ya azadiyê tu astengî nasnekirin. Ji bona mirovê şoreşger sînor, ol, netew û ziman ne astenge û azadî û tekoşîna ji bona azadiyê tu astengiyan nasnake û şoreşger ji bona ku li hemberî zilim, zordarî û mêtingeriyê hene û li kuderê zilim û zordarî û mêtingerî hebe li wêderê ew jî heye, ango şoreşger ji bona şoreşê heye. Ji ber vê yekê şoreşa îro li Rojava û Bakurê Kurdistanê li dare gazî şoreşgerê cîhanê tevahî dike.

Dema gotinê çû dem dema kirinê ye û kesê ku dibêje ez mirovim û ji bona mirovahiyê û azadiya gelan û biratiya gelan dixwaze tekoşîn û berxwedanê bike bile yekser berê xwe bide nava şoreşa Bakur û Rojava ji ber ku navnîşana riya azadiyê û berxwedana rometê îro Kurdistane û gelê Kurd e.

Çaxa ku qebtalîzim û hevkarên wê û hişmendiya dewlet netew li seranserî cîhanê mirovahî kiriye nava dojehê de û di serî de komkojî li ser mirov, xweza û dîrokê û bê sînor tê meşandin û li ber cavê cîhanê tevahî tê kirin. Pêwîste mirovên azadî xwaz û şoreşgerên ku rojên dîrokî li benda wane berxwedan û tekoşîneke tevahî bidin ser milê xwe û mirovahiyê bi hemû hebûna xwe û gerdûnê ji talankirin û wêran û komkojiyên sistema serdest û hevkarên wê di serî de Dewleta Tirik û DAIŞê û hemû hêzên tûndrew rizgar bikin û ji bona vê pêşengiyê li kûderê tê xwestin hazir û amedebin û bi siloxana hemû şoreşger berê xwe bidin şoreşa Bakur û Rojava tevbigerin û rojên dîrokî li ser rûpelên gerdûnê bi ked, xwîn û xûdana xwe xêzbikin û xwedî li berxwedna Zicîr, Nisêbîn, Silopî, Sûrê û Rojava û Kurdistanê xwedî derbikevin. 
 
Elî Roj

Ev babet 656 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.