Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
CINIV '3' Û PÊŞEROJA SÛRIYA?
23/01/2016
Elî Roj


Xendan-


Ne recîm û ne jî muxalefeta Sûrî ji bona pêşeroja xwe nebûn xwedî biryar û çavê wan her tim ji bona çareseriyê ji derve digerin. Ji ber vê yekê pêşeroja Sûrî bûye mîna girêka kor û tu hêvî zêde nînin ku di demeke nêz de ev pirsgirêk çareser bibe. Di serî de hişmendiya recîmê û kiryarên ku îro li ser erdê û komkojiyên ku li ser gel têne meşandin ji çareseriyê dûrin. Armenca recîmê ew e ku careke din hewildanên vegerandina serweriya xwe li ser xaka sûriya bide çêkirin û ji bona vê yekê çi ji destê wê tê bi alîkariya Rûsiya dide meşandin. Ji milekî din ve jî qaşo muxalefeta ku her gav kiryarên recîmê şermezar dike û dibêje ku recîm komkojiyê li ser ge dide meşandin, ew bi xwe jî ji recîmê xirabtir û xwediyê heman hişmendiyê ye. Ji derveyî hişmendiya yek al û yek milet û yek ziman tiştekî din li cem wan tuneye, ji ber ku mamostê wan Erdoxan e. Di serî de Tirkiya, Qeter û Siwidiyê yên ku hesfarê opisisyona Sûrî di destê wan de ye û ew li gorî tişta ku ew pîlan dikin bi rêve diçin.

Ango dema ku em îro li ser pêşeroja Sûrî gotûbêj dikin, li pêşberî me hêzên tûndrew yên mîna DAIŞê, Cebhet Alnusra û Ehrar Elşam û hwh gelek hêzên mîna wan yên ku li ser erdê û bi desteka Tirkiya, Qeter û siwidiyê şerê gelê Kurd dikin û dixwazin vîn û hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Ji destpêka şoreşê ve û heyanî roja îro hewildanên Tirkiya ew bû ku gelê Kurd cihê xwe di nava pêşeroja Sûrî de negre û li ser erdê nebe xwedî sitatû. Di qada navnetewî de jî her tim hewildanên Tirkiya ew bû ku vîna gelê kurd ji nedîtî ve were dîtin û dixwestin ku hemû cîhan bi çavê Tirkiya li gelê kurd meyzebike û li gorî vê yekê tevbigerin ku PYD, YPG û gelê Kurd bi giştî li ber çavê cîhanê reş bike û wan mîna hêzên tûndrew bibînin. Qaşo dema ku opisisyon li Riyadê kombûn û xwestin ku ji cîhanê re bibêjin ku em nûnertiya gelê Sûrî dikin û ji derveyî me tu hêz nûnertiya gelê Sûrî nake û em tu hêzên din napejirînin. Lê kongirê Sûriya demukratîk hemû pîlan û leystokên wan valederxistin û careke din da belîkirin ku çareserî bi destê gelê Sûrî tê û pêwîste ku hemû pêkhateyên ku li ser xaka Sûrî dijîn cihê xwe di pêşeroja Sûrî de bigrin.

Cinêva 3an li ber derî ye, lê hîna hişmendiya dûrî demukrasî û wekheviyê û jiyana hevpar û çareseriyê li holê ye û dixwazin mîna cinêv 1 û cinêv 2, ciniv 3 jî beravêtî bikin. Di serî de Tirkiya, Qater û Siwidiyê dixwazin bi biloqa opisisyona girêdayî xwe daxwazin xwe di cinêv 3 de misogerbikin û çareseriyeke li gorî çiqarên xwe deynin holê. Di rewşa heyî de ne gengaze ku hêzên muxalefetê bi yek biloqê bi recîmê re hevdîtinan çêbikin, ji ber ku qaşo muxalefeta Riyadê ji derveyî xwe tu aliyên din mîna muxalefet nabîne. Lêrastî berûvajî vê yekê ye, ji ber ku ew bi xwe mîna nûnerên gelê Sûrî nayên dîtin û li ser erdê kes wan napejirîne. Li milê din MSDê ya ku li ser erdê nûnertiya hemû gel û pêkhateyên Sûrî dike û ji bona Sûriya pêşerojê xwediyê piroje ye. Di rewşa heyî de wê opisisyona Riyadê cuda bi recîmê re rûne û wê MSDê û PYD û kesayetên din yên ku hatine belîkirn bi serê xwe bi recîmê re rûnin. Tişta ku biloqa Riyadê û di serî de Tirkiya dixwazinbi Emrîkiya û Rûsiya û hêzên navnetewî dixwazin bidin qebûlkirin ew e ku ji derveyî opisiyona Riyadê tu hêzên din mîna muxalefet newê pejirandin û ji bona vê yekê gelek kiryar û pîlanên gemar û qirêj didine meşandin.Li gorî vê rewşa heyî gelek pîlan û dek û dolab li ser serê gelê Kurd têne gerandin, lê ger ku gelê Kurd tevlî ciniv3 nebe wê ew jî mîna yên berê wê tu encam jê dernekeve, ji ber ku hêza herî çalak ya ku li ser erdê li hemberî DAIŞê û hemû hêzên tûndrew şer dike û ji bona Sûriya pêşerojê û pirojeya Sûriya demuqratîk kar û xebateke bêhempa dide meşandin. Xweseriya demuqratîk a ku di nava xwe de hemû pêkhateyan dihewîne nimûna herî ber bi çav a serkeftina vê pirojeyê ye û ger ku em ji bona çareseriya pêşeroja Sûriya digerin, pêwîste ku em dev ji hişmendiya desthilatî û ne qebûlkirina netew, ziman û çandin din jî di nava xwe de bipejirînin. Li gorî rewşa heyî û ger ku hevkarên DAIŞê Tirkiya, Qeter û Siwidiyê û qaşo opisisyona Riyadê xwediyê vê hişmendiyê bin em ê gelek cinêvin din bibînin.


Ev babet 2637 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.