Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Destana Kobanê a sedsala 21`ê ye
10/11/2014
Silêman Feqiyanî


Xendan-


Roja min reþenivîsa vê nivîsîna xwe hildayî desti, Kantona Kobanê li ber giyanê bû. Lewre dem mabû ku xwînxwarên DAIÞ’ê bikeve bajarê Kobanê û bi xwîna kurdan re serxweþ bibe. Dem mabû tev þervanên Kobanê bi gelê Kobanê re, di aliye van xwînxwaran re bi bê gêzi kirin û komkujiyek mezin di serê kurdan de biborîne. Bi rahêlin û êrija wan a hêl re bihêla navbenda rojan û navbenda saetan de dem mabû ku Kobanê bikeve. Aha wan rojan de serokomarê tirki “dem maye ku Kobanê kevd, an jî dê bikeve” goti bû. Keyf û þahiya xwe bi van gotinan re înabû ziman.

A bala mirovi dikêþe di nava van bûyer, dem û deqîqan de ji bo komkujiya gelê kurd ê Kobanê, hikometa AKP’ê bi çavên xwe temaþeyî vê dike û dibe þahide wê. Evê komkojîya bi bê kirin dibînin û wijdana wan nalerize. Gor vê jî ji bo îmhaya kurdan çavê xwe miçin û xwe guhiþîn in. Bi vê guhiþîn û xemsariya xwe de bihêle bi can û rih xwedî derketina parastina wan de, bi çepikên xwe re destê xwe li hev didan. Dem û deqîqe mabû ku komkujî an ku qetlîama kurdan bi bê kirin û dewleta AKP’ê li ber wê qetlîama bi bê kirin de tiþtik nedikir.

Di aliye dî de jî hikometa AKP’ê “ev mirovên Kobanê û ên herêma tirki dijîn bi hev re bira, mam, pismam, xal, xalet û xwîna hev in” di gotin. An ku berdewamiya vê axiftina xwe de, gelê Kobanê bi tevahî bi welatiyê kurdên Tirkiyeyê re yek xwîn in. Tenê cidahiyek wan heye ew jî sinorê neyar kevtiya navbenda wan de û ew bi hev cida kirîye.

Tev ev rasti li ortê û gor vê têkiliya van kurdên ser sinor û bin sinor (ser xetê û bin xetê) de Serokwezîrê Tirk ê kevin û Serokomarê nû R. T. Erdogan “çi têkiliya welatiyê min û ê Sûrîyeyê heye? Ew welatê xwe dijîn em welatê xwe dijîn. Çi doza me û a wan bi hev re heye” dibêje. Di ser vê de bi wijdaniyê, bi kêfxweþ û goterên þadbûn re “dem maye Kobanê bikeve” dibêje.

Rasti jî, ê pêþ çav ku tev gotin û kirinên wan bi mînaka miþk û maran rahêlin hev. Di sîyaseta wan de tu gotin û axiftinên wan, tu bizav û kirinên wan ji hev nagirin. Rojekê spîyi reþ di înin ziman, roja paþtirir gotina xwe guhirînin reþi wekî spîyi di înin ziman. Wekî dawiyê de “ew mirov bi welatiyê me re mirovên hevin” digotin, aliye dî de jî çi têkiliya welatiyê min û ê wan heye” dibêjin.

Ev çend sal bû pêþîya îroj hikometa AKP’ê bi taybet ser navê dewleta Tirkiyeyê “ev sinorên navbenda kurdên Tirkiyeyê ê navbenda kurdên Surîyeyê de sunîye, çimkî evî sinori malbatên kurdan kiriye du parçe” digotin. Bi vê gotina xwe re malbatên kurdan ên Surîyeyê û ên Tirkiyeyê destûr dida ku rojên çejnan bi hev re êkudu bibîn in. An ku cejnên pîrozwer de ev malbatên bi vî sinorê sunî re bûyî du parçe cejnên hev pîroz bikin. Ev fersendeye jî di da kurdên bi hev re xwiþk û bira.

Di van rojan de jî kurdên Kobanê bi aliyê çeteyên DAIÞ’ê re tên îmhakirin. Ji bo zilma DAIÞ’ê kurdên Tirkiyeyê, ên ewan digot kurdê her du welatan birayên hevin, ji bo vê zilma DAIÞ’ê, kurdên welatiyê Tirkiyeyê bi çalakiyan xwe re li kolanan vê jenosîdê þemizar dikin. AKP “em alîgirê DAIÞ’ê nîn in” dibêjin. Belê kurdên welatiyê xwe seba rasti jenodîda DAIÞ’ê çalakiyên xwe re li kolanan þemizar dikin. Di vê sedemê de jî hêzên tirki îþkenceyan, kuþtin, lêxistin û zordariyê li wan dike.

Mirov fahmnake ku ev durûye çawa çêdibe. Demekê “ev kurdên bi sinorê sunî ji hev qedayî xwiþk û birayên hevin” dibêje, aliye dî “ez harîkariya DAIÞ’ê nakim” dibêje belê zilm û zordariya terorîstên DAIÞ’ê a ser kurdan nabîne. Dawiyê jî bi mînaka mirovê pijîyayî temaþeyî navçavên gelên cîhanê dike û “çi têkiliya kurdên Kobanê û ên Amedê, ên Kobanê û ên Colemêrgê, ên Kobanê û ên Enqerê” û hwd. heye dibêje.

Serokwezîrê Tirki ê kevin û Serokomarê Tirki ê nû, ez dê vê pirse ji te bikim. Ew rêxistinên terorê a tu dibêji kîjan in? Heke tu ji rêxistinên terorê re PKK, YPG û DAIÞ’ê wek hev dibini, ez hêvîyê ji te dikim ku tu pêvajoya çareseriya kurdan re kurdan û tev gelên Tirkiyeyê nexapîne. Çimkî tu ji bo pêvajoya çareseriya kurdan bi Ocalan re, bi Qendîlê re û bi partîya HDP’ê re hevdîtinê dikî. Ev jî di tê vê wateyê. Tu bi PKK’ê re ji bo pêvajoya aþtiyê de têkiliyê dikî. Wê demê dibe ku mirov vê pirsê ji te bike. Heke rêxistina PKK’ê, YPG’ê û a DAIÞ’a terorîst wek hev be, tu ji çi sedemê kurdan û tev cîhanê xapîni û ser pêvajoya çareseriya kurdan diaxivi.

 Heke ev jî heye. Heke tu alîgirê çareseriya vê pêvajoya aþtiyê de micidi, wê demê tu jî reng û rûyê xwe kifþ bike. Niha tu bi PKK’ê re hevdîtinê dikî û PKK’ê dikî alîgirê vê pêvajoyê û wê demê divê tu DAIÞ’ê di rêza PKK’ê de nebîni. An ew PKK’ya tu ji bo aþtiyê destê xwe dirêi wan dikî bi mînaka çarseriya mirovahiya her du gelên kurd û tirkan bibin e. An jî reng û rûyê xwe ê rasti re van gelan û DAIÞ’ê  bi hev re cida kifþ bike.

Kurdên Kobanê di bin zilm û zordariya rêxistina zalim a DAIÞ’ê de vêzar dibe û tu jî bo windabûna wan bi pir mehneyan (bahaneyan) û çîroçepan xwe de wekî rûnê ser avê dibîni. Ev xapandin û çîroçepên te re kurd xwe naxapîn in. Êdî wekî tev cîhanê kurdan jî çep û çîrokên te dîtîne û nahên xapandin.

We dîyar e hûn îroj jî hizirdikin û di vê mantiqa xwe de nin ku kurd bêxwedîne û bêqowetin. Heke DAIÞ’a xwînxwar a terorîst êrijê bibe ser kurdan dê qira kurdan bîne û dê qedemên gerîla û hêzên kurdan biþkêne.

Belê gêrîla, piling, þêr û qehremanê Kobanê bi berxwediya xwe re ji cîhanê re bûne mînak. Kurdên Kobanê rasti van xwînxwaran destanek a 21’ê nivîsîn. Kêfa neyarê xwe bi xwe nayînin û bi can û bi rih xwedî welatê xwe û gelê xwe derkevin. Ê pêþ çav ku ev qehremaniya wan jî, bû xîmê avabûna tifaqiya kurdan.  
    
Silêman FEQIYANÎ
[email protected]

 

Ev babet 987 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.