Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Cizîra Botanim
25/01/2016
Demhat Dêrikî


Xendan-


Cizîra Botanim
şevek tarî janim
birîndar dinal im
bêdengî ez kuştim.

Ka ronahiyên me
ka şahiyên çavan
ka Zîn û Memên me
xwîn bû hemêza me.

Cizîra Botan im
warê Bedirxanim
bajarek kevnarim
îro mam bê kesim.

Dikujin dê û zarok
hêvî û xewn û dîrok
koçber dibin kevok
erd û ezman davik.

Cizîra Botanim
kaniya şaristanim
şewitîm wêranim
bûme çemê xwînim.

Demhat Dêrikî
2016/1/21
Ev babet 1524 car hatiye xwendin
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.