Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Tûrikê mîha çûr di mil de, berê min di mal de….
04/02/2016
Sevda Kaplan


Xendan-



Beriya niha bi salan ji kulavê alavên malan hatiyê çêkirin. Ev alavên ku hatine çê kirin karê mirovan hêsan kiriye. Carna kulav bûye xalîçe, carna bûye merş, carna jî bûye tûrikê milan. Kulav di dîroka mirovahîyê de herî qumaşekî girîng bûye. Herçikas di nav demê de hilberînên wî hatibe guhertin jî, maddeya wî ya xwerû kulav bûye. Bi taybet tûrikên milan ji bo şivanan gelek bûye aliîkar. Pêwistîya tûrîk jî ji ber xwarina şivanan derketiye holê. Şivan carna bi heyvan li deşt û zozanan diman. Pez dibirin çêrê, ji ber wê jî ji malên xwe yan ji konên xwe bi heyvan dûr diketin. Ji ber vê yekê jî pewîstiya wan bi tûrik derketiye holê ku alavên xwe têxin hundirê wî. Ji bo wê ji kulêv tûrikek çêkirine. Lê çêkirina tûrik jî marîfetek dixwest. Ev marîfet jî bi destê jinan dihate neqişandin. Çêkirina tûrik zehmet bû. Dive ewilî kulav bihata şehkirin û resandin. Di destpêkê de bijartina hirî pir girîng bûye. Lewra ji her hirîyê mirov nikare kulav çêbike. Bi taybet hirîya mîha  çûr baş bûye.

Di destpêka resandina kulêv de divê hirî bi avê bihata şûştin. Dûvre bihata şeh kirin. Piştî şûştinê bi boyaxên kokê, boyaxên astarê,yan jî ji bi pelên daran reng dihate bidestxistin. Kulav çêkirin bi ava sabûnê ye. Sabûn nedihişt ku hirîyê hatiye resandin li hev doş bibe. Bi vî awayî bendên hirîyê yek bi yek dibû. Carna bendên hirîyên din jî di nav de dihat bikaranîn. Ji bo ku hevdu wek şîrêzê (zemqê) bigre jî, wek ku dihat kelandin,di bin lingan de dihat perçikandin. Dûvre dihat şûştin û dubare dihat şehkirin. Feydeya vê dubarekirinê gelek bû. Ya yekem hirî qayişokî dibû, ya duyem jî av derbas nedikir. Ji bo zewqa dilê mirov mezinbûna tûrik çêdibû. Ji bo ku mirov bikaribe biavêta ser milên xwe, ji hirîyê bend dihat çêkirin. Carna dihûnandin. Carna jî raste rast li du alîyên tûrik wek qulp dihat girêdan. Li du alîyê bin tûrik jî rîşik dihat hiştin. Wek sûs û neqş dihat bikaranîn.

Devê wî jî wek qapaxekê dihat çêkirin ku tiştên di nav de nekeve. Şivan dikarî bû neynik (mirêk-eyne), şehê simbêl û ya pirça serî, xwarin, alavên taybet  û hwd bike nava tûrik. Tiştê ku di nav tûrik de bû bi heyvan xirab nedibû. Heger av sar bûya cemed dima.Heger germ bûya germ dima. Xwarin jî xirab nedibû. Taybetîya kulêv hebû, her tişt wek xwe dima ,taze dima. Carna şivan ji bo ku xwe ji sermayê yan ji germahîya hewayê biparêze ji kulêv wek koçikek çêdikir û diavêt ser milên xwe.Li çîya û banîyan ji xwe re dikirin wek livînekê. Kulav li nav malê jî dihat bikaranîn. Dikirin merş û li oda xwe radixistin erdê. Carna şiklê heywanan, kulîlkan li ser çêdikirin û li ser dîwarên mala xwe dadiliqandin. Di balgehan de tê bikaranîn. Di çêkirina konan de dihat çêkirin. Di roja îroyîn de jî wek turîkekî modern û dîrokî jin bikar tînin. Li qadên cûr bi cûr tên bikaranîn.Tûrikên ji kulêv bûye sembola  şivanan,yan gavanan. Carna jî tûrik di nav çîrokan de ciyê xwe girtiye.
Mînak;

Rojekê neçîrvanek diçe neçîrê, bi tifinga xwe gule direşîne ser xezalekê û wê   dikûje. Dike ku li  wê derê goştê wê li ser êgir biqejîne (bibirêje) û bixwe. Radibe çermê xezalê ji ser goşt qaşil dike (digurîne) û xezalê li ser du darikan diqelîne. Zikê xwe têr dike lê goştê xezalê wek kevirekî di ser dilê wî de dimîne. Di wê navberê de jina wî ya du canî tê bîra wî. Lanet li xwe tîne û dibêje lazime ez jê re goşt bibim. Jina wî jî ev sê heyv in goşt nexwariye û dilê wê diçe goşt.  Neçîrvan bi xwe re dikeve nîqaşê û dibêje; ma malmirato, min çima  tu alavek bi xwe re neanîye. Li derdora xwe dinere ku tiştekî bibîne û goşt bike nav. Lê li çîyayê ziq û vala tu tiştek nabîne. Çavê wî li cermê xezalê dikeve. Radibe çermê xezalê di nav çemê ku ji nav du çîyayan derbas dibe dişo û pakij dike. Ji pelên daran bendekê çêdike û dest bi çêkirina tûrik dike. Goştê birajtî dike nav û berê xwe dide malê.

Xezal jî bû tûrik,mîha çûr bû malik….

Ev babet 1385 car hatiye xwendin
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.