Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Evîn jî li Cizîrê li ber xwe dide
07/02/2016
Cîhan Hesen


Xendan-


Peravên deryaya kujer li ber tovana lehiya jiyankujer har dibe, girî di bibikên çavên me de dike îsqeyîsq, wekî zarokekî ku lîstok ji destên wî hatibe revandin û bê navber dest bi bezandinê bike, ta ku xwe bigihêjîne lîstoka xwe, em jî li pey xeyalên xwe direvin û ranawestin, lê dîsa di kabûka çongên me dixin û em li erdê tên tewandin, êdî me ji jiyanê nefret kir, qey evqasî ne pir e yek hêvî jî pêknayê. Hemî tişt li ber çavên me bûye pêpirk heta evîn jî di her şevê de dest bi gazincan dike, dixwaze xwe ji dîlbûnê rizgar bike. Bes tenê evînek bixwazî hîn li vî bajarî dijî, tenê Dewrêşê Evdî hîn soza xwe pêktînê û di meydana evîndariya Edûlê de şer dike, ji ber  ku gihandina eşqa Edûlê ne hêsane. Em jî dizanin bajarê evîndaran tu carî natewe li hember mirinê, dijminê evîna rast mirin e û evîn jî her ji bo tunekirina mirinê di ferhenga xwe de isbat bike têdikoşe, roman li pey romanê îro tên nivîsandin bes destana Kobanê hîn neqediya ye berdewamiya wê li Cizîra Botan li ser milê dildaran tê herhevkirin û tê nivîsandin.

Û îroj hemî helbestvan yek evînê di helbesta xwe dirêsin.
Îroj selawatên Mihemed di tevahî mizgeftan de ji bo bajarekî tên xwendin.
Îroj li dêran çenga xirîstiyanan ne ji bo Îsa û Meryemê re deng didin
Ji bo birîneke kûr awazên zîz bang dike.
Û ne jî ji bo Melekê Tawiz, Zerdeştê Kal evêsta dixwîne.
Îroj hemî li ser jana bajarekî qehreman dîn bûne.
Şev ji xweşikiya xwe derket, rojê jî şewqa xwe winda kir.
Stranbêj kilama Cizîrê rabe ser xwe di şeveroja xwe de bi dilsojî dibêjin.

Xweda jî pirtûka pîroz vekiriye û xwe ji gunehê xwe efû dike, qelabax li her derê çêbûye, Dewrêş dîsa di bin bijankên çavê Edûlê de tîrevîna xwe diparêze.

Pir ciwan li qontara çiyayekî asê tên kuştin, êdî ava Dîcleyê dimiçiqe ji şewatan re di din de kûrahiya xwe de difetise. Bêhna dayikan diçike, kes ji kesî bawer nake, ji ber ku zarokên ber şîr di hembêza dayikan xwîn li ser wan de dirijin, di  rengê sor de dimînin, ma wijdan hîn li gel mirovahiyê maye… gelo? Ma tiştek navê xwe mirovahî, hîn li dunyayê heye?

Ma xweda hîn pirtûka xwe neqedandiye bila şermê bike, kolan nema kolanin ew bûne goristan term li erdê tên rêzkirin wekî baxê gulan keç û xortên me bûne çîçek di kolanên zarokatiya xwe de. Dîsa li taxa xwe wekî berê lîstoka çavqiçonekê dilîzin lê îcar bi giyanê xwe re dilîzin.  Laş jî li wan tameşe dike. Me jî dest bi şanoya jiyanê kiriye menî rista me diqede bûne lîstikvanê tirsok li ser dika jiyanê, jiyan bi me dilîze, em bi xwe dikenin, girî bûye parçeyek ji canê me.

Bimire mirovahî bimire.
Qêrîna Cizîra Botan nayê guhê te
Strana Dewrêş û Edûlê qey nayê gotin
Xwîna sor li ser dêmên te nabiriqe.
Qetilkirina evîndaran di nav helbesta min de naxwînî.
Bimire mirovahî, em dîsa li ber dergoşa mirovahiyê bi zindî em dimirin.

Ev babet 2632 car hatiye xwendin
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.