Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Te`liya welat û ne hingivê xerîbiyê
07/02/2016
Hoşeng Hesen


Xendan-


Bi peşveçûna şoreşê re û girêdayî qezencên gelê Rojava bi dest dixistin ambargoya ser Rojava zêde dibû , ji milkî de çeteyên Daiş`ê ku hemû riyên bazirganiya ji hundirê Sûrî û derbasî kantonên Rojava dibin girtibûn û gelk pêwîstiyê jiyanê ser welatiyn Rojava qut dikir û hîn ji dike.

Milê din dewleta Tirk- HIkumeta AKP`ê- ango  bavê çeteyan dijberiya xwe ji şoreşa Rojava re ticar venaşert û hemû imkan û derfetê xwe seferber kir da ku şoreşa gel li  Rojava li bin bixe lewma wê jî ji milê bakur ve hemû madeyên ku berê derbas dibûn qut kirin. milê dawî sînorê ku dijminê dagirker bi başûrê kursistanê re çêkirye li wir jî deriyê sêmalka heye di navbera rojava û başûr de , mesela sêmalka jî wekî bûka her roj ji xeswa xwe xeydî be wekî ku li mala bavê xwe be li mala xwe namîne , deriyê sêmalka jî wekî ku girtî maye nehatiye vekirin ji ber hin nakokiyên siyasî yên hikumeta başûr bi sîstema Rêvberiya xweser a Rojava re. bi vî awayî em dikarin bêjin hema Rojava ji her alî de di bin ambargoyê de û alîkariyên ku gelek caran rêxstinên navnetewî bi gelê Sûrî re dikirin gelê Rojava herdem jê bêpar bû.

Girêdayî vê ambargoyê dema dawî şekir li bajarên kantona Cezîrê nema tê peyda kirin û ev bûye sedema ku welatî zehmetiyan bikşînin lê tiştê bala min kişand 4 bapîrên ku li ber deriyê xwe runştîbûn û çayê vedixwarin lê mixabin ji ber ne peydabûna şekir neçar bûn ku çayê te`el ango bê şekir vexwein , hevoka ji devê yekî ji wan derketev bû  ev çaya te`el li welat hêjaye hingivê ewrupa û pêre kenkî li ser lêvên xwe neqiş dike û her sê bapîrên din jî pêre dikin û çaya xwe ya te`el vedixwin.

Bûyrek biçûk li yek ji kolanên bajarê hesekê , bajrê ku bi dehê caran bû şahidê şer û pevçûnan carna rêjîm û carna çeteyan daiş`ê , ji bilî şere qirêj yê veşartî ku dijmin di nav civakê de dike ku şev û roj propoxenadeyan reşkirinê li dijî şoreşa gel a Rojava dike da ku vî gelî ji doza wî dûr bixe û koçber bike lê ev hemû nikarîbûn bi vîna bapîrê ku ew tenê mînakek biçûk ji mînakên israrkirina gelê rojava di şoreşa û mabûna ser xaka xwe de.

Ev babet 1769 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.