Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Cenevre bêyî kurdan seqet e
01/02/2016
Rizoyê Xerzî


Xendan-
 

Dema mirov bala xwe dide beşdarên konferansa Cenevre 3 û  kiryarên wan mirov baş fêm dike ku ev konferans ne ji bo çareseriyeke siyasî lê ji bo zêdekirina nakokiyan û berdewamiya şer û pevçûnan tê lidaxistin.

 Dema mirov bala xwe dide navê beşdaran ji xwe aşkera xuya dike ku ev hevdîtin dê di navbera rejîmê û aliyên sunî yên ku Siûdiye û Tirkiyeyê piştgiriya wan dikin pêk were. Ji hêzên sereke yên beşdarî vê konferansê dibin nûnerê artêşa îslamî ye ku kiryarên hovane li dijî gelê Sûriyeyê kirine û daxwazên wê ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne dûrî daxwaz û qanûnên çeteyên DAIŞ’ê ne û tu cudahiya wan komikên ku ji alî Siûdiyê ve tên destekirin ji çeteyên wekî DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şam tune ye.

Tiştekî bi tenê yê ku ev qaşo ‘hêzên Muxalefetê’ li ser wê li hev dikin heye, ew jî dijminahiya kurdan e û  işmendiya yekparêzî û faşîzim e. Heke bi rastî armanc çareseriyeke siyasî ya aştiyane û demokrat bûya dê giraniya van hevdîtinan li ser bingeha hêzên ku li ser erdê xwe bi bandorin û xwedî projeyên çareseriyê ne ji bo hemû Sûriyeyê dê ew bihatibana tercîh kirin. Nevexwendina hêzên wekî Meclisa Sûriya Demokratîk û PYD ku xwedî projeyeke siyasî ne û alîgirên çareseriya li ser bingeha berjewendiyên hemû gelê li Sûriyeyê ne, tê wateya berdewamiya alozî û nakokiyan.

Ew kesên ku hatine vexwendin ne baweriya gelên Sûriyeyê bi wan tê û ne jî kesek wan hêzan nas dike. Ew bi tenê berdevkiya welatên wekî Siûdiyê, Qeter û Tirkiyeyê dikin. Ew li gorî daxwaz û berjewendiyên wan welatan tevdigerin ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê. Lê wekî dibêjin ez  evlêbûna MSD û PYD’ê ya vê konferansê zêde girîng nabînim ji ber bi wê hişmendiya qaşo (Muxalefetê) tu çareserî û diyalog  agihînin tu encamekê, ji ber ku hişmendiya wan gelekî ji ya rejîma jî paşketîtir û faşîstir e.

Niha bi mana MSD û PYD ya ji derveyî  van hevdîtinan dê ew hevdîtin seqet û bê encam bimînin. Lê ya girîng ev hêza ku li ser erdê gelek destkevtiyên mezin bi dest  xistine di vê rêya xwe ya sêyemîn de berdewam bike. Dibe ku ew rêya wan a sêyemîn ew li derveyî van hevdîtinan hiştin. Lê ew  çêtire ku bibin xilamokên hêzekê ji van hêzan û wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Dibe ku ew hêzên îro ew li derveyî van hevdîtinan hiştin sibe ji ber li ser erdê mecbûrî wane li aliyekî din ewêziyê li wan vegerîne û çûna ber bi rizgarkirina Cerablusê de berdewam bike û rêya azadiyê ji Dêrikê û Qamişo bigihê heta  Kobanê û Efrînê.


Ev babet 1773 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.