Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
Serkeftina xeta sêyemîn
28/01/2016
Necîbe Qeredaxî


Xendan-


Îro di dîroka gelê Kurdistanê de rojeke dîrokî ye, Rojava hilkişîna roja gelê Kurdistanê ye. Rojava ku êdî gelê Kurd û hemû reng û bawerîyên ku bûbûn qûrban ji destê wehşeta DAIŞ'ê rizgar kir û di şexsê Kobanê de her kes nefesa azadîyê girtin.

Îro salvegera yekemîn ya azadkirina Kobanê ye. Azadkirin ne tenê ji çeteyên hov ya DAIŞê' bû lê bersiveke dîrokî bû li hemberê peyva ”Kobanê ketîye û dikeve” ya Erdogan e.

Serkeftine Kobanê û têkçûna DAIŞ'ê rê li ser bûyerên dîrokî û mayînde vekirin, têkoşîna li hemberî vê koma hov û tarî tenê bi Rojava bi sinor nema, di nava salêkî de pêşketinên girîng qewimîn, avakirina Hêzên Sûriye Demokratîk û Mecilsa Sûrîye Demokratîk bi komên din yên Sûrîye re yek ji van pêngavên girîng e. Kurdan pêşengên vê pêngavê ne ji ber ku di zanabûnê wî de ne ku bi Sûriyeke demokratîk re dikarê pêngava azadîya Rojava misoger bibe, ne xwe wê potansiyela hundûrîn timî rê li ser siyaseta” kivroşk bazde û tajî pey keve” bi rêve biçe û timî ji bo hêzên navnetewî jî potansiyela destwerdanan be. Wê ne mîna kû nêzî 80 salin li Başurê Kurdistanê di navberê Kurdan û navenda Îraqê re ye, timî hêzên navnetewî hem Kurdan dixwazin weke faktorêke di destê xwe de bikarbînin û dema dîtin navend bi hêz dibe wan tev diden û dema dîtin Kurdan bi hêz dibin vê carê alîgirîya Hûkûmeta Îraqê dikin.

Ji Kobanê rihê berxwedan û hevgirtina netewîya Kurd, gelê Kurdistanê, çep û demokratîxwazên navnetewî bilind bû niha yek ji faktorên bi hêz weke xeta sêyemîn di asta herêmê de xwe nîşan dide. Ji Kobanê pêşengî ji bo berxwedan û avakirina jiyaneke nû û bi nirx û têkoşîn û berdêlên dehan sal pêk hatin, niha jî ber bi cihên din jî belav bûye. Ji malzaroka destpêkê vê berxwedanê berhemên dîrokî hêja ya mirovahî pêşkeş kir, li Rojava bingeha xwe avêt û niha li Bakurê Kûrdistanê her roj bi ber bi bilndbûnê diçe. Îro rihê Berxwedana Kobanê li Cizre, Sûrê , Silopîya, Hezexê, Geverê û pir cihên din diherikin.

Tevî van serkeftinan jî pêvajo tije ne, bi xeterîyan. Serî van komplo û xeterîyan jî bêguman Tirkiye û ekîba Erdogan û Dawudoglû dikşîne. Dewleta Trik hemû hêzî xwe ya serbazî û hem jî diplomasî xistîye asta herî jor û hewildana têkbirinê didomîne. Ev siyaset bêguman bi desteka Emerîka û Ewrûpîyan tên kirin. Dema Erdogan û Dawudoglû bi rayedarên Ewrûpîyan re hevdîtin kirin gotin: " Di welatê me de 2 milyon û nîv penaber di bin çadiran de ne” . Ev tê wateya ku divê hûn li hember tiştên ez dikim li hemberê Kurdan hûn ê bêdeng bin, ne xwe mîna havîna îsal wê penaberan bi gemîyên taybet ya Tirkan wê ber bi peravên Ewrupayê bên guhastin.

Li hemberê siyaseta dijminane ya Erdogan û siyaseta hêzên navnetewî li hember Kurdan xeta sêyemîn, Xweserî û avakirina jiyana nû êdî li Bakurê Kurdistanê jî ne utopîya ye, rastîyek e, ne weke dihat gotin projeyeke demdirêjî ye, îro ye.

Perlemanterê HDP'ê Feysel Sarîyildiz zêdetirî 45 rojin ku di nava gel de ye li Cizîrê ye bangewazîyeke bi heman naverok kir ” Ji destê kî çi tê bila îro bike”. Belê Cizîrê sembola dîrokî ya serhildan û Sûrê sembloeke din ya navend û dilê Bakurê Kurdistanê ye. Dewlet pir bi pilan û zanabûn wehşeteke li van herêman birêve dibe, şeşe ku bi bûyerên salên 90'an werê muqayesekirin. Ev bûyerên diqewimin sûcên mirovahî ne. Eger Enfal û kimîyabarane Helebce di demêkî de qewimî ku pêşketina teknîkê û têkelî ne wekî îro bû. Lê komkujîyên Cizîrê û Sûrê kêlî bi kêlî bi ber çavê hemû cîhanê diqewimin,  komkujî heye ji ber kû dewlet têk çûye, tenê dewlet dema bizane têk diçe, komkujiyan pêk tîne. Cizîr û Sûrê, êdî Kobanê jî derbaz kiriye, li Kobanê DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta Tirk êriş dikir, lê li Cizîr û Sûrê fermandar û sazumankarê DAIŞ'ê şer dikin. Tevî hin koçberiyan lê îsrara berxwedanê di bajarên dorpêçkirî de bi serê xwe şoreş e, şoreşa dayîkan, şoreşa ciwanan û şoreşa gelê li hemberî ne tenê Tirkiye li hemberê tevahî hêzên tarî û di serî de AKP û DAIŞ'ê ye.

Ev şoreş ne tenê bi mirovên ku di dorpêçê de ne lê mîna Kobanê bi hevgirtina netewî li hundir û derveyê welat bi ser bikeve, divê dengê dayîka ku di meşa ber bi Cizîrê dima digot “ Kûrdino hûn li kû derê ne ? Rabin ser pîya!" divê werê bihîstin.

Jêder: Y.O.Politika
Ev babet 2369 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.