Herî zêde hatiye xwendin
Gotarên din yên nivîskar
ÇAVÊ CÎHANÊ LI ROJAVA YE…
04/02/2016
Elî Roj


Xendan-



Qaşo îro hemû hêzên navnetewî ji bona çareseriya pirsgirêka Sûriyê li ser piyan e û dixwazin ji bona vê pirsgirêkê rojekî ji beriya roja din çareseriyekî pêkbînin. Lê ji ber ku ev pirsgirêk bi rengekî rast û dirist nayê dest girtin û her hêzekî li gorî bercewendiyên xwe dixwaze nêzî pirsgirêkê bibe, ji ber vê yekê her ku diçe pirsgirêk hîn alûztir dibe. Her hêzekî dixwaze hem hevdîtinan pêkbîne û hem jî li ser erdê şer û pevçûnan nerawestîne û rêbaz û şêwazê nêzîkbûna xwe ya girtina pirsgirêkan rast dibîne û yê beramberî xwe her tim şaş dibîne. Ango bile bajar wêran bibin û bile gel koçber bibe û bile mirov ji birça bimrin û bile hevdîtin jî berdewambikin û bile ew jî li ser erşê xwe bin û her tişt weke xwe bimîne. Ango mîna bav û kalan gotî ”hûr lêxe kûr lêxe bile ga neweste”.

Li her deverî wêran, koştin, şer û koçberî û ne xema kesî ye dema ku ev yek tê jiyankirin. Kesên ku xwe mîna nûnerên gelê Sûrî dibînin û ji derveyî xwe tu kesên din mîna muxalefet napejirînin û her tim mîna ku wan cîhan fetih kirine nêzî dibin, lê di rastiyê de ew ne di nava şer û cengê dene û wan wêran, şer û birçîbûn û koçberî nedîtine. Ji ber vê yekê ew ji rastiya heyî gelekî dûrin, ew ji êşa gel û bendewariyên gel û tişta ku li ser erdê tê jiyankirin gelekî dûrin û çavê wan her tim li desthilatî, pere û meqamane.

Li Rojava hemû têgîn wata xwe hîn baştir dibînin, ji ber ku li Rojava gelekî berxwedêr û gelekî ku ji destpêka şoreşê ve û heyanî îro bi ked, xwîn û xwîdana xwe her tişt bi destê xwe efirandiye li holê ye. Jiyaneke hevbeş û hevgirtina gelan û tekoşîna bi hevre li hemberî zilim, zordarî û desthilatiya ku li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyên din tê meşandin. Rojava îro bi vî giyanî li ber xwe dide û roj bi roj ji cîhanê tevahî re bûye mînaka berxwedanê, lehengiyê hevgirtina gelan û riya azadî û hêviya gelan û navnîşna çareseriya pêşeroja Sûriya û rojhilata navîn.

Ango tenê li Rojava hişmendiya ku hemû gel hevdû dipejirînin û tu netew yê din red nake û hemû bi hevre xaka xwe û hebûna xwe diparêzin û bi can û xwîna xwe mil bi mil vê yekê pêktînin. Serkeftina Rojava li hemberî çeteyên DAIŞê û hemû hêzên tûndrew û pirojeya çareseriya demuqratîk a ku îro cîhan tevahî piştgiriya wê dike û wê mîna riya xelasiyê ji bona pêşeroja Sûriya û rojhilata navîn û cîhanê dibîne, li Rojava roj bi roj serdikeve.

Elî Roj      

Ev babet 1644 car hatiye xwendin
 
Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.